Çekdarên PYDê Endamên partiya Yekîtî li Amûdê binçavkirin

Çekdarên PYDê Endamên partiya Yekîtî li Amûdê binçavkirin

8:09:44 AM

RojavaNews: Duh êvara şemiyê 28.5.2016, çekdarên PYDê li Amûdê bi hilmeteke binçavkirinê li dijî hin serkirde û endamên partiya Yekîtî ya Kurd rabûn.

Li gor agahiyan ku, çekdarên PYDê êrîşî malên herdû serkirdeyên partiyê ( Enwer Naso û Ebdilîlah Ûcê ) kirin, û ew binçavkirin û belge û telefon û kompiyuterên wan birin.

Çekdarên PYDê êrîş birin ser mala Merwanê Îdê û Mihsin Xelef , û Mihsin Xelef binçavkirin, herwiha çekdarên PYDê Ridwan Hemo bavê pêşmerge ” mulazim. Ciwan Hemo ” binçavkirin.