11:15:53
Rojava News: Li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê yê Sûriyê, di encama topbarana hêzên çekdar yên girêdayî opozîsyona Sûriyê de, 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Ev çend roj in çekdarên opozîsyona Sûriyê bi topan êirşî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dikin.
Li gorî agahiyan, heta niha 4 sivîl hatine kuştin ku di nav wan de 3 zarok jî hene, 17 sivîl jî birîndar bûne.
Tê gotin ku çekdarên opozîsyona ji taxa Bistan El Paşa ve taxa Şêx Meqsûd topbaran dikin.
Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ku wek taxa kurdan tê zanîn, ji aliyê hêzên kurdî ve tê parastin.
