Peşmêrge operasyoneke mezin dest pê kir û Barzanî jî tevlî wî şerî bûye

Peşmêrge operasyoneke mezin dest pê kir û Barzanî jî tevlî wî şerî bûye

11:38:22

 

Rojava News: Hat ragihandin ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Xazirê dest bi operasyonek mezin kiriye û Barzanî jî tevlî şerî bûye.

Fermandeyê Hêza Zêrevaniyê ya Pêşmerge, Ezîz Weysî ragihand ku şerê îro yê Xazirê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve ku fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên Kurdistanê ye, tê kordînekirin.

Ezîz Weysî di berdewamiya axaftina xwe de got:'Bi serkeftina vê operasyonê ve êdî tu xeterek li ser Hewlêrê namîne.

Hêzên Pêşmerge berbanga îro li dijî çekdarên DAIŞê yên li devera Xazirê ya Mûsilê, dest bi operasyonê kirin û pêşde diçin.