12:03:52
Rojava News: Qonsilê Sûriyê li Rûsyayê Riyad Hedad ragehand ku, ew rê nadin ti fedralî li Rojavayê Sûriyê were pêkanîn.
Derbarê vê mijarê Qonsulê Sûriyê li Rûsyayê Riyad Hedad di daxuyaniyekê de bo ajansa Sipotink a Rûsyayê wiha got:"Divê çareserkirina kirîza Sûriyê bi rêya rêkeftinekê di navbera gel û serkirdeyên wî gelî de be."
Hedad da zanîn ku, çareserkirina kirîza Sûriyê di parastina yekparçeya wê de ye, herwiha parastina gelê wî welatî de ye, ji ber vê yekê hawlên dabeşkirina wî welatî dûrin.
Herwiha Hedad aşkere kir ku, serkirdeyên Sûriyê bi ti awayî rê nadin navçeyên fedral ku, Kurd daxwaza wê dikin werin pêkanîn.
Di 17ê Adara borî de Rêveberiya Xweser û aligirên wê fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê ragehandin.
