Elî Ewnî: Em gelekî nêzîkî Kurdistana serbixwe ne

Elî Ewnî: Em gelekî nêzîkî Kurdistana serbixwe ne

12:24:08

 

Rojava News:  Endamê Komîteya Partiya Demokratîk a Kurdistanê got, em gelekî nêzîkî wê xewna xwe ya Kurdistana serbixwe ne û em ê di demekê nêzîk de jî pêk bînin.

Piştî ku PDK-T û KADEP biryar yekbûn û kombûna di bin banê yek partiyê de, duh li Amedê civîna yekkirina herdû partiyan hat lidarxistin. Li ser navê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Elî Ewnî beşdarî civînê bû û wiha axivî: "Yekîtiya herdû partiyan û biryara yekdengiyê em bextewar kirin. Em hatin ta ku wan pîroz bikin. Herkes êdî dixwaze ku em bibin yek. Divê em bibin yek".

Elî Ewnî derbarê şerê li dijî DAIŞê de wiha got: "Me 95% ji erda xwe ya di makeqanûna Iraqê de wek erdên madeya 140ê stend. Kurdan pişta DAIŞê şikand û efsaneya wan têk bir."

Ewnî teqez kir ku avakirina dewleteke serbixwe, mezintirîn xeyala kurdan e û wiha dewam kir, "Em eşkere dibêjin, tiştek bi navê Iraqê yan Sûriyeyê nemaye. Paşdexistina ragihandina serxwebûnê ji kêşeyên nava me tên. Fikirên me cuda bin jî, em dixwazin di yek tiştî de li hev bikin. Divê em bi biryara serxwebûnê gelê xwe bikin yek. Xeyala Kurdistanê ne dûr e, nêzîk e û em ê pêk bînin".