2:42:57 PM
RojavaNews: Îro roja Yekşemê 29.5.2016 çekdarên PYDê dest bi hilmeta girtina Ciwana li bajarê Hesekê kirin, bi buhaneya leşkeriya neçar.
Li gor agahiyên hatine bi dest xistin , ku dewriyatin PYDê li gereka taxa Til Hecer ,rêgira gereka xeşman , gereka Alûçî li taxa Muftî û rêgira Sebax sekinîn,û ciwanên temenê wan di navbera 18 – 30 salî de girtin û ew birin navendê perwrdehiyê.
Tê zanîn ku duh êvara şemiyê 28.5.2016, çekdarên PYDê li Amûdê bi hilmeteke binçavkirinê li dijî hin serkirde û endamên partiya Yekîtî ya Kurd rabûn.
