09:00:36
Rojava News: Endamê Pîlotbîroya PDK-Sê got: “Hemû girtiyên me li ser bingeheke siyasî hatine girtin, encamdanê vê yekî jî ji aliyê Rêveberiya Xweser wek tolhildanekê li dijî ENKSê ye”
Endamê Pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl derbarê êrîşa Asayişa Rojava li ser gundan û girtina serkird û endamên partiyên ENKSê de di bernameyeki K24ê re got: “Xwepêşandanên me bo şermezarkirina êrîşa asayişê li ser gundan bû, ku bi hinceta leşkeriya neçar, bi hejmareke zor û bê rêz û hurmet êrîşî ser malan kirin û destdirêjî li ser mal, saman û zêrên ku di malan de bû, kirin.”
Îsmaîl amaje kir, ku her kesê rexneyekê li Rêveberiya Xweser bigire, tê binçavkirin. Her xwepêşandeke aştiyane were lidarxistin, endamên ENKSê tê girtin. Her rojnameyek rexneyan li Rêveberiya Xweser bigire, tê qedexekirin, Rêveberiya Xweser tolhildanekê li dijî ENKSê dimeşîne”
Mihemed Îsmaîl derbarê kampîna rizgarkirina bakurê Reqayê ji aliyê HSD ve, ji K24ê re ragihand, ku ew ligel dûrxistina terorê ji herêmên Kurdî ne, lê heger hêzên Kurdî bê ti merc û gerantî ketine vê kampînê, ti sûda Kurd jî di vê kampîne de tune ye. Ji Kurd re girîng e heger beşdarî çi kampînê bibe, divê gerantiya parastina mafê Kurd hebe.
