Operasyona rizgarkirna xazir û gundewarê wê îro bi dawî hat

Operasyona rizgarkirna xazir û gundewarê wê îro bi dawî hat

5:55:15 PM

RojavaNews: Operasyona rizgarkirna xazir û gundewarê wê îro bi dawî hat û tê de leşkerên Roj bi pêşmergeyên Herêma kurdistanê re serkeftinên mezin tomar krin .

Efser di nava leşkerê Roj de Muqdem Dilovan Robarî  ji arkê re raghand  ku operasyona rizgarkirna xazir ji duh demjimêr çar û nîvê sbehê destipêkir ta îro demjimêr yazdehê nîvîro , ku ji gundê Miftî destipêkir ta gundê werdek .

Miqdim Dilovan Robarî herwiha got di van herdû rojan de pêşmergeyan 23 kîlomtran pêşve çûn û 9 gund ji destê terorîstên DAIŞê rizgarkirin mina  werdek û kolbor û kezkan û tolbed û herdû gundên Zehrit xatûn û çend gundên din , û serbarkir ku pêşmergeyan bi çekên giran şerê DAIŞê  kirin û ziyaneke mezin gehand rêzên DAIŞê .

Berî niha jî leşkerê Roj ango Pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê beşdarî operasyonên herî mezin li Herêma Kurdistanê bûne mîna çiyayê zertik û Şingal û bendava Mûsil  û gelek operasyonên din û serkeftinên mezin bi dest xweve anîn.