Çekdarên PYDê Serokê Xwecehiya ENKSê li Amûdê eşkence kirin

Çekdarên PYDê Serokê Xwecehiya ENKSê li Amûdê eşkence kirin

12:09:50 PM

RojavaNews: Duh êvarî çekdarên PYDê Serokê Xwecehiya Amûdê yê Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) eşkence kirin.

Jêderekî ji RojavaNews re ragihand ku çekdarên bi ser PYDê ve duh êvarî Serokê Xwecehiya ENKSê li Amûdê Yûnis Ehmed di dema vegera wî de ji bajarê Dirbêsiyê ew revandin,û ew eşkence kirin.

Ji aliyê xwe ve serkerdeyê şepêla pêşeroja kurd li Sûriyê Rêzan Şêxmûs got ,ku çekdarên PYDê Serokê Xwecehiya ENKSê Yûnis Ehmed revandin û ew eşkence kirin ,lê ev yek nabê sedem li pêş mangirtina ku îro welatiyên Amûdê wê derkevin ji ber kiryarên PYDê di derheqê Miletê Kurd de.

Tê zanîn ku çekdarên PYD  berî du rojan hin Serkerdeyê Partiya Yekîtiya Kurd girtin û ta niha çarenivîsa wan ne diyare.