11:28:36
Rojava News:Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku, şer û pevçûnên li Sûriyeyê bandoreke neyînî li ser Kurdistanê dike lewma jî bo guherîna rewşê û bidawîkirina şer ew amade ne ku berpirsiyariya xwe bînin cih.
Barzanî doh li ofîsa xwe Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Dijbereya Sûriyê Enes Ebde û lijneya li gel wî pêşwazî kir.
Li gor Hurguliyên li ser malpera Hikuöetê hatine parvekirin; Barzanî hêvî kir ku, dawî li êş û kerasetan bên û bila êdî gelê Sûriyê jî jiyaneke aştiyane bijîn. Di daxuyaniyê de tê gotin ku, Enes Ebde behsa giringiya stratejîk ya Herêma Kurdistanê ya di çareseriya qeyrana Sûriyeyê kir û daxuyand ku: ‘Herêma Kurdistanê ji bo vejînê ezmûneke dewlemend e. Kurdistan xebat û berxwedan e.'
Barzanî herwiha da zanîn ku, bêîstîqrarî û şerê li Sûriyê bandoreke neyînî li Herêma Kurdistanê dike û wiha got: ‘ Ji ber bandora neyînî ya şer û tundiya li Sûriyeyê ya li ser Herêma Kurdistanê em hemû bûyeran ji nêz ve dişopînin. Em çavdêriya guherînan dikin û ji bo bidawîbûna şer çi divê em amadene ku bikin. Em dixwazin ku derd û kulên gelê Sûriyeyê êdî bidawî bibin.'
Enes Ebde ragihand ku li Sûriyeyê di warê hevkêşeyên siyasî û têkoşîna li dijî terorîstan Barzanî xwedî roleke girîng e.
