Reuters: Operasyona bajarê Minbicê dest pê kir!

Reuters: Operasyona bajarê Minbicê dest pê kir!

11:37:02

 

Rojava news: Operasyona rizgarkirina bajarê Minbicê îro bi alikariya Amerika ji hêzên deverê destpêkiriye.

Li gorî berpirsên  Amerîkî ku ji Reutersê re eşkere kiriye operasyona duhî piştî amadekariyên çend heftiyan destpêkirî bi beşdariya hezaran şervanên kurd û hevalbendên wan ên ereb û bi tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) birêve diçe.

Bajarokê Minbicê ku piranî ji kurd û ereban pêk tê beriya şerê navxweyî yê Sûriyeyê xwedî nifûseke dora 100 hezarî bû. Bajarok 30 kîlometro dikeve rojavayê Çemê Feratê ya Kantona Kobaniyê.

Li ser operasyonê hê tu daxuyanî ji berpirsên siyasî yan leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê nehatiye.

Hêzên taybet ên amerîkî ku dawîna 2015ê ji aliyê Serokê Amerîkayê Barack Obama ve di çarçoveya şerê dijî DAIŞê de li Rojavayê Kurdistanê hatine erkdarkirin, wekî şêwirmend û piştevan beşdarî operasyona Minbicê dibin.