7:12:40 PM
RojavaNews: Îro polîtbîroya partiya Demkrata kurdistan Sûriya civînek li gel sekretêrê polîtbîroya partiya Demkrata kurdistanê Fadil Mîranî re li darxist .
Li gor agahiyên hatine bi destxistin, ku îro ji demjimêr dozdeyê ta yek û nîvê nîvro şandek ji polîtbîroya partiya Demkrata kurdistan Sûriya bi serokatya S'ûd Almela bi şandek ji polîtbîroya Partiya Demkrata kurdistanê ku ji her yek ji Azad Berwarî û Mehmûd mihmed endamên polîtbîroya PDKê bi serokatya Fadil Mîranî civînek pêkanîn .
Her di wê civînê de behsa rewşa siyasî û ewlehî ya Sûriyê bgiştî û ya Rojavayê Kurdistanê bi taybetî herweha behsa kiryarên PYDê li Rojavayê kurdistanê hat krin .
Her di wê civînê de behsa kongirê cinêvê û rola kurdan di wî kungirî de jî hat krin .
Tê zanîn ku eve sê rojbûn polîtbîroya Dartiya Demkrata Kurdistan Sûriya civînên xwe li Hewlêrê paytexta Herêma kurdistanê li dardxistin .
