Rojava News: Li bakûrê Kurdistanê ji ber berfê rêya 600 gundan hatin girtin.
Li Wanê rêya 217 gundan, li Mûşê rêya 130 gundî, li Bilîsê rêya 250 gundî û li Colamergê jî rêya 3 gundan ji ber berfê hatin girtin.
Li Wanê ji duh êvarê heta sibê berf barî. Ji ber berfê rêya 217 gundan hat girtin. Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo ku rêyan vekin, xebatên xwe didomînin.
Li Mûşê duh êvarê berfê dest pê kir û rêya 130 gundên bajêr hatin girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet ya Bajêr heta nîvê şevê rê vekirin û îro jî xebatên rêvekirinê didomînin.
Li Bilîsê piştî ku berf barî rêya 250 gundî hat girtin û hat gotin ku ekîbên berfê ji bo ku rêyan vekin, xebatên xwe didomînin.
Ji ber ku mij û dûman e, ekîbên trafîkê çûnûhatina rêya Bilîs û Tetwanê kontrol dikin.
Bajêr di berfê de ma, esnafên ku serê sibê dikanên xwe vekirin, berfa ber dikanan paqij kirin.
Li Şemzînana navçeya Colamergê jî rêya 3 gund û 7 mezrayan ji ber berfê hat girtin û hat ragihandin ku ekîbên Îdareya Bajêr ji serê sibê û vir ve dixebitin ku rê vekin.
