Li 9 herêmên Dêrsimê qedexeya çûnûhatine hat ragihandin

Li 9 herêmên Dêrsimê qedexeya çûnûhatine hat ragihandin

12:27:44

 

Rojava News: Walîtiya Dêrsimê di 1ê Hezîrana 2016an de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand ku 9 herêm li navçeya Pilûrê bi hinceta ´ewlekariya welatiyan´ wekî herêmên ewlehiya taybet ji çûnûhatinê re hatiye qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji 1ê heta 9ê Hezîranê dê ev qedexe berdewam be.

Walîtiyê digel kordînatan navên deverên qedexekirî wiha rêz kirin, Taxa Eroglû, Çambûlak, Çiyayên Mercanê, Newala Kiran, Girê Qinikan, Warê Golan, Taxa Egercî, Dulbektaşi, Taxa Kiziloren.

Tê pêşnîbîkirin ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li wan cihan dest bi operasyonê bikin.