13:25:55
Rojava News: Efrîn: Çekdarên bi ser PYDê avêtin ser mala serkirdeyekî Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriye Abdulrahman Apo û kurê wî yê ciwan Kawa Apo desteserkirin û birin ber bi cihekî ne diyar ve.
Li gor çavkaniyeke taybet Rojava Newsre ragihandiye; Çekdarên bi ser Partiya Yekitiya Demoqratîk PYDê avêtine ser mala Serkirdeyê PDKSê Abdulrehman Apo û kurê wî Kawa Apo desteserkirine.
Serkirdeyê PDKSê abdulrehman Apo jî, berî niha bi 3 meha ji aliye PYDê ve hatiye girtin û ta niha jî di zindanê heman rêxistinê de ye.
Li gor heman çawkaniyê ku ji Rojava News re ragihandiye; Piştî demeke dirêj ji malbata Apo re hatiye gotin ku ew karin li zindana rêya Gurgumê serdana Abdulrehman Apo bikin, û malbat jî yekser çûne serdanê.
Lê mixabin hemen şevê piştî serdana zindanê çekdarên bi ser PYDê avêtin ser mala Abdulrehman Apo û vê carê jî bi sedema leşgeriya neçar kurê wî desteserkirin.
Hat zanîn; Kawa Apo ji bo kempê leşkeri yê PYDê hatiye veguhestin.
Li gorî çavkaniyên herêmî daxuyandine, PYDê di navbera 45 rojan de 400 kesên ciwan ku di nav wan de zarok jî hene ji bo leşkeriya neçar veguhestine kempê leşkeri.
