Rojava News: Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro nîvro gihîşt ser çiyayê Şingalê.
Serdana Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo jinêzîk ve agahdarî rewşa eniyên şer bibe û li wir rewşa leşkerî ligel fermandarên Pêşmerge binirxîne.
Duhî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana eniya rojavayê Dîcle li devera Sihêla û Zûmarê kir û li ser pêşhat û rewşa dawî ya şerê DAIŞê bi fermandeyên Pêşmerge re civînek li dar xist û guhdarî daxwaziyên wan kir.
