10:14:42
Rojava News: Li bajarê Dirbêsiya dema du welatiyên Kurd ji bajarê Hesekê xwestin derbasî bakurê Kurdistanê bibin rastî guleyên leşkerên tirkiyê bûn û di encam de her du sivîl şehîd bûn.
Derbarî kuştina wan her du Kurdên sivîl Asayîşa bajarê Hesekê ragehandin ku, du ciwanên Kurd ji bajarê Hesekê temenê wan(25 û 23) dema dixwestin ji Rojavayê Kurdistanê derbasî bakurê Kurdistanê bibin ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatin kuştin.
Tê zanîn ku, Tirkiyê sînorê bakurê Kurdistanê bi Rojava re asê kirye, daku bihtir rêgiriyê li ber derbasbûna xelkê bigre li deverên cuda li ser sînor dîwarek ava dike.
