10:45:41
Rojava News: Sivîlên ku ji şer û pevçûnên di navbera komên çekdarî yên Îtîlafa Sûriyeyê û terorîstên DAIŞê direvin û dixwazin xwe bispêrin cihên biewle koç dikin. Hate ragihandin ku di nav 3 rojên dawiyê de, 2 hezar û 584 koçber ji herêmên Şehbayê hatin bajarê Efrînê.
Bi destpêkirina pevçûnên di navbera terorîstên DAIŞê û komên çekdarî yên Îtîlafa Sûriyeyê de (25ê Gulana 2016) re, pêla koçberiya ber bibajarê Efrînê ve dest pê kir û ji wî demê ve bi hezaran koçber hatin deverê.
Di nav hersê rojên dawiyê de 2 hezar û 584 koçber ji herêmên Şehbayê hatin Efrînê. Bi vê yekê re hijmara koçberên ku derbasî Efrînê bûne gihîşt 22 hezar û 341 koçberî.
