Çekdarê El Nusra zeviyên gundiyan şewitand!

Çekdarê El Nusra zeviyên gundiyan şewitand!

12:35:15

 

Rojava News: Komên çekdarî yê terorîstî careke din gundê Basûfanê yê Efrînê dan ber hawanan û di encam de agir bi zeviyên gundiyan ket.

Çekdarê Cebhet El-Nusra û komên çekdarî  yên Nûreddîn El-Zenkî û Ehrar El-Şam ku girêdayî şevê din saet di 21.30’an de gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê dan ber hawanan.

Di encama topbarana ji aliyê çeteyan ve agir bi zeviyên çandiniyê yên gundiyên herêmê ket û ziyanên mezin gihiştin berhemên çandiniyê.