Leşkerên Tirkiyê welatiyek ji gundê Şadiya birîndar kirin

Leşkerên Tirkiyê welatiyek ji gundê Şadiya birîndar kirin

4:58:57 PM

RojavaNews: Welatiyek  ji bajarê  Efrînê ku di dema nava zevniyên xwe de kar dikir, bi guleyên leşkerên Tirkiyê  birîndar bû.

Welatiyê bi navê Heyder Ebdullah Ebdulezîz (33) dema ku di nava zeviyên xwe yên çandiniyê yê nêzî sînorê di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê de kar dikir, ji aliyê leşkerên Tirkiyê  ve hate gulebaran kirin.

Heyder li gundê Şadiya yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê kar dikir, û bi du guleyên leşkeran birîndar bû , û ew hat veguhestin bo nexweşxaneya afrîn.