Kobanî : Beşek ji sivîlên ser sînor vegeriyan malên xwe

Kobanî : Beşek ji sivîlên ser sînor vegeriyan malên xwe

 

Rojava News: Beşek ji sivîlên Kobanî yên ku ji ber DAIŞê reviyabûn lê li ser sînor mabûn, dîsa vegeriyan Kobanî. Ew dibêjin, em bimirin jî em warê xwe naterikînin.

 

Azadî û rizgariya Kobanî roj bi roj nêzîktir dibe. Hêzên Pêşmerge û şervanên Kurd roj bi roj zêdetir pêşde diçin û DAIŞê jî roj bi roj lawaztir dibe.

 

Ji ber ku beşa herî mezin ji Kobanî hatiye standin, derfet ji sivîlan re çêbûye ku vegerin ser war û malên xwe, lewma beşek ji sivîlên ku li ser sînorê Bakur û Rojava mabûn, dîsa vegeriyan Kobanî…

 

Sivîlên Kobanî bi hebûna Pêşmerge li kêleka şervanên Kurd kêfxweş in û dibêjin, em bimirin jî ev Kobanî bernadin…

 

Her çiqas tirsa mirinê her gav li ser serê wan e lê dîsa jî dev ji warê xwe bernadin…