Hêzekî din a Pêşmerge diçe Kobanê

Hêzekî din a Pêşmerge diçe Kobanê

Rojava News: Malpera Bulletin World nivîsandiye ku di demeke nêzîk de, hêzeke din a Pêşmerge ku ji 156 Pêşmereyan pêk tê, dê berê xwe bide Kobanê û li dijî terorîstên DAIŞê li wî bajêrî şer bikin.

Piştî ku Hêzên Pêşmerge li ser fermana Serok Barzanî çûn Kobanê û metirsiya DAIŞê li ser wî bajêrî nehiştin û duhî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, % 90ê Kobanê hatiye rizgarkirin, ji aliyê Pêşmerge û şervanan ve û mizgîniya azadkirina wê bi yekcarî di demeke nêzîk de wê were ragihandin.

Malpera Bulletin World nivîsandiye ku, hêzeke din a Pêşmerge bi mebesta berevaniya zêdetir li Kobanê û jinavbirina terorîstên DAIŞê di demeke nêzîk de, wê berê xwe bide Kobanê.

Wê malperê eşkere kir ku, hejmara Pêşmergeyên wê biçin Kobanê 156 Pêşmerge dibin û hêza niha li wir şer dikin, wê vegerin Başûrê Kurdistanê.

Herwiha tekez dike ku, ev hêza sêyemîn e ku ji bo şerê terorîsan berê xwe dide Kobanê.