Rêzistineke çekdarî gefa li rêveberên ENKSê dixwe!

Rêzistineke çekdarî gefa li rêveberên ENKSê dixwe!

11:40:38

 

Rojava News: Rêxistineke çekdar a kurd ragehand û aşkera kir, bi armanca terorkirina rêveberên Encûmena Niştimaniya Kurd a Sûriyê hatiye damezrandin.

Li gor nuçeya Bas Newsê Rêxistineke bi navê Çarçira ya Çekdar gotiye ‘’Gelê Kurd li gel hemû pêkhateyên Sûriyê hevsoze, xwîneke zêde ji bo çareserkirina pirsa kurd li Kurdistana rojava daye, lê destverdanên herêmî û navnetewî û îstixbarata welatên Tirkiye, Îran û Sûriyê pir zêde ne û ji bo têkdana wan destkevtan ew welatene grubên tûnd pir çek dikin, ji ber wê jî kurd ji bo berevaniya xwe pêwîste çek rake û xwe biparêze.’’ Herwaha amaje bi vê kiriye ku terorkirina rêveberên wek Îsa Heso, Meşael Temo, Nesredîn Berhek û yên din beşek ji planên wan e.

Ew rêxistina çekdar di beyanameya xwe de aşkera kiriye ku, piştî avakirina kantonên PYDê, hin kesan erkên xwe ji bo berjewendiyên xwe bikar aniye û hin kesên din jî pirsa leşkeriya bi naçarî ji bo berjewendiyên xwe yên taybet bikar aniye, ew jî bi awayeke xirap bandorê li ser doza kurd li Kurdistana rojava dike.

Li gor beyanameya  rêxistina Çarçira ku bi deste Basnewsê ketiye u li ser malpera xwe belavkiriye de; ‘’Em wek Rêxistina Çekdar a Çarçira, heta ev beyanname hatiye belav kirin tu çalakiyeke çekdarî me nekiriye, lê hişyarî û derfeta dawiyê bo kantonên rojava û Encûmena Niştimaniya Kurd a Sûriyê (ENKS) em didin, helwêst û tevgerên xwe rast bikin û em dibêjin: ‘’Eger waha nekin, em naçarin wan gendel û sîxurane bi rêya taybet a xwe ve têk bibin û destê me digehe hemûyan jî.’’

Herçend di beyanameyê de çend carek navê kantonan hatibe jî, lê li gor çavdêran, ew pêkhateya çekdar beşeke dine ya nakokiyên di navbera PYDê û ENKSê de û metirsî heye ku wa bi rêya PYDê ve hatibe ava kirin ku bikare neyarên xwe têkbibe. Ji ber ku di beyanameyê de bi tu awayekê gefên zêde li ser PYDê nayên