Minbîcê: DAIŞî nikarin bilivin!

Minbîcê: DAIŞî nikarin bilivin!

13:03:08

 

Rojava News: Fermandariya Giştî ya Encumena Leşkeriya Minbicê ragihand ku hêzên wan êrişeke mezin a DAIŞê têk birine û hejmareke zêde çekdar kuştine.

Encumena Leşkeriya Minbicê ya ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve daxuyaniyeke li ser êrîşa çekdarên DAIŞê ya li Cerablusê da.

Li gor daxuyaniyê şevê din çekdarên DAIŞê ji aliyê Cereblûs, Bab û Meskenê ve li dijî gundên di navbera bajarokê Rêmê heta çemê Feratê êriş kirin.

Hat gotin êrîşa DAIŞê bi armanca şikandina dorpêça li ser bajarê Minbicê bû.

Şervanên HSDê Minbic ji herçar aliyên dorpêç kiriye.

Encumena leşkerî ya Minbicê ragihand ku di van êrîşan de 142 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û laşên 89 kuştiyên wan di destê şervanan de ne.

 Operasyona rizgarkirina bajarê Minbicê di 21emîn roja xwe de berdewam e.