Rojava News: Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê êrişek xwekujî li dijî hêzên polîs pêk hat û di encamê de polîsek hat kuştin, yek jî birîndar bû. Di bûyerê de xwekuj jî can da.
Îro danê êvarê li Meydana Sultan Ahmet navenda geştyarî ya Stenbolê, êrişeke xwekujî li dijî hêzên polîs pêk hat.
Polêsan li cihê ku bûyer qewimî, dest bi lêkolînan kir.
Li gorî agahiyan, di bûyerê de 2 polîs birîndar bibûn lê polîsek ji ber giranya birînên xwe can da.
Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn jî ragihand, êrişa xwekujî ji aliyê jinekê ve hatibû kirin lê ew di bûyerê de mir.
