22:37:42
Rojava News: Komîsyona Polîtîkayên Derve û Parlementoya Parastina Norwêcê, piştî hin civînên taybet biryar da ku komandoyên taybet bişîne Sûriyeyê.
Norwêc jî beşdarî şerê li dijî DAIŞê yê li Sûriyeyê dibe. Wezîrê Parastinê Ine Eriksen Soreide, diyar kir ku bo tekoşîna li dijî DAIŞê wan biryar daye ku komanoyên taybet bişînin Sûriyeyê. Soreide di axaftina xwe ya rojnameya norwêcî ya bi navê Verdens Gangê da zanîn ku wê komandoyên taybet bo perwerde, talîm û şewirmendiyê bişînin Urdinê lê dema ku pêdivî pê çêbû wê beşdarî operasyonên li Sûriyeyê jî bibin.
Tê payîn ku bi qasî 60 komandoyên taybet yên norwêcî (FSK) di demek nêz de derbasî Urdinê bibin.
