Kurdê Xurmatû dibin metirsiyê de ne!

Kurdê Xurmatû dibin metirsiyê de ne!

23:45:05

 

Rojava News: Ji ber gefên milîsên şîî, kurd û beşek ji pêkhateyên tirkmen û erebên sunî jî neçar man ku ji navçeya Xurmatuyê derdikevin ta ku bikarin jiyana xwe biparêzin.

Encama şerê Xurmatû heta niha: 40 milîsên şie hatin kuştin û 67 jî birîndar bûn

Hat ragihandin ku îro înê beşeke din ji hevwelatiyên navçeya Xurmatûyê ji vê navçeyê derketin û malên xwe bi cih hiştin.

Li gorî agahiyên ketine destên me, hejmareke zêde ya welatiyên kurd ji ber gefên milîsên şîî neçar man ku ji Xurmatûyê derkevin. Herwiha beşek ji pêkhatyên ereb û tirkmen jî neçar bûne ku bo parastina jiyana xwe ji vê navçeyê derkevin.

Navçeya Xurmatu girêdayî parêzeha Selahedîn a Iraqê ye û nêzîkî 100 km ji navenda parêzgehê, bajarê Tikrîtê ve dûr e. Xurmatû dikeve sînorê madeya 140ê ya destûra Iraqê. Hejmara Gelheya navçeyê 220 hezar û 55% jê kurd in, 15 ereb in û 30 jî tirkmen in.