23:51:11
Rojava News: Di 24 Hezêrana sala 1974 Partiya Baes a Sûrî biryarek ji bo cîbecîkirina Eraba li deverê wergirt û bi cîh anî. li gorî vê biryarê bi dirêjahiya 350 k.m û kûrahiya 10 ta 15 k.m, li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji Eyn Dîwarê û heta Serê Kaniyê erd û zeviyê Kurdan hatin standin û bo Erebên Xemir hatin dayîn.
Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Hesen Remzî derbarê biyara zinara Erebî ji K24ê re ragihand ku, biryara 521ê ya 1974ê de ya naskirî bi zinara Erebî ya herî xirab û qirêj di dermafê gelê Kurd bû ku ji aliyê Partiya Baes derketiye. Heta niha coktar û gelê Kurd gelek ziyan jê dîtine.
Remzî diyar kir ku, belgeyek di navbera ENKS û Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de heye, ku tê de hemû biryar û projeyên awarte yên di dermafê gelê Kurd de ji aliyê Partiya Baes ve derketine, divê serast bibin û gelê Kurd bêne qerebokirin. Yek ji wan projeyan jî zinara Erebî ye. Ev belge jî dê demên pêş de bê cibicîkirin.
Remzî erd û zeviyên ku ji welatiyên Kurd hatine standin û bo Ereban hatine dayîn, xuya kir ku, li parêzgeha Şamê bi navê çaksaziya çandiniyê 641 hiktar erd desteser kirin. Li parêzgeha Helebê 167 hiktar bû, li Laziqiyê û Tertûsê 300 hiktar bû, li devera Cizîrê de 138 hezar 853 hiktar erd ji xelkên Kurd standin, ku bi rêjeya bêhtir ji sedî 99 ji vê biryarê li sere Kurdan cibicîkirin.
