Mesûd Barzanî girîngî da rewşa birîndarên Rûdawê!

Mesûd Barzanî girîngî da rewşa birîndarên Rûdawê!

12:22:17

 

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji rewşa birîndarên Rûdawê pirsî.

Mesûd Barzanî ji ber êrişa îşev a ser Rûdawê, pêwendî bi Tora Medyayî ya Rûdawê kir û ji rewşa birîndaran pirsî û hêvî kir, ku birîndaran êrişa îşev a ser Rûdawê bi zûtirîn dem baş bin.

Saet 12:05 bi narincokê êrişî Avahiya Navendî ya Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Hewlêrê hat kirin û di encama êrişê de 3 pasevan, ajovanek û karmendekî Beşa Pêwedniyên Rûdawê ku pêşwazî li mêvanên bernameyeke Rûdawê dikirin, birîndar bûn.

Di encama êrişê de herwiha zirar gihîşt otomobîlên veguhastina zindî yên Rûdawê ku li ber avahiyê bûn.