12:43:05
Rojava News: Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê CENTCOM ragihand ku, hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD), di rizgarkirina Minbicê de gihiştine qonaxa dawî yê.
Derbarê vê yekê Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê CENTCOM daxuyaniyek belav kir, tê da jî tekez kir ku, şervanên kurd û Ereb ji bo stendina bajar, gihiştine asta herî dawî .
Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin ku ji roja operasyona Minbicê dest pê kiriye û heta niha, 233 êrîşên esmanî hatine pêkanîn ku, di hefteya borî de tenê de, 73 êrîş hatine pêkanîn û tekez kir ku, gelek şervanên biyanî li deverê hene.
Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê da zanîn ku, kontirolkirina Minbicê dê Tirkiyê, Amerîka û Ewropayê jî ji metirsiya DAIŞê biparêze.
