Îran devera Sîdekan topbaran dike!

Îran devera Sîdekan topbaran dike!

11:45:46

 

Rojava New: Hêzên Komara Îslamî ya Îranê devera Sîdekan li Başûrê Kurdistanê didine ber topbaranê.

Li gorî agahiyan li bajarokê Soran yê parêzgeha Hewlêrê, hêzên Îranê bi hênceta hebûna Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) bi top û helîkopteran êrîşî devera Sîdekan dike.

Ji ber topbaranê agir bi daristanê sînorî ketiye. Herwiha gelê gundên Sîdekan ji mal û milkê xwe diterikînin.

Herweha zirar gihaye çandiniya gundiyan û tu ziyanê din nayêne zanîn.

Devera Sîdekan ji par ve ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve jî tê bordûmankirin.

Ji 15ê Hezîranê ve li deverên Şino, Pîranşar, Mehabad û Serdeşt ên Rojhilatê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera Pêşmergeyên PDKÎyê û Artêşa Pasevanên Şoreşa Îslamî ya Îranê de derdikevin.