Şengal – 30 gorên bi kom hatine dîtin!

Şengal – 30 gorên bi kom hatine dîtin!

12:30:15

 

Rojava News: Li herêma Şengalê heta niha 30 gorên komî yên Kurdên Êzidî hatine dîtin lê ji ber bê derfetiyê nayên vedan.

Hê jî bi dehan gorên komî yên Şengalê nehatine vedan. Lê xelkê Şengalê ji berpirsan dixwazin ev gor bên vekirin  da ku hestiyên kesûkarên wan veguhezin qebristanan.

Komîteya Jenosîdnasandina Dosyeya Şengalê ragihand ku tenê li Şengalê nêzîkê 30 gorên komî hatine dîtin û tenê ji bo vedan û lêkolînên pêwîst 3 sal dem pêwîst e.

Ji aliyê din ve, ji ber nebûna derfetan rêveberiya Şengalê jî heta niha tenê kariye cihê goran destnîşan bike. Lewma karê vedana van goran nayê kirin.

Di destpêka meha Tebaxa 2014’ê çekdarên DAIŞ’ê êrîşê navçeya Şengalê ya ser bi parêzgeha Mûsilê kirin û bi hezaran Kurdên Êzidî revandin û qetilkirin.