2 kes bi tohmeta êrişa li ser Rûdawê hatin girtin

2 kes bi tohmeta êrişa li ser Rûdawê hatin girtin

12:35:40

 

Rojava News: Hat zanîn ku 2 kes bi tohmeta ku êrişî televîzyona Rûdawê kirine, hatine girtin.

Li gorî ku Rûdawê ragihandiye, hêzên Asayişa Hewlêrê 2 kes bi tohmeta ku şeva 24ê vê mehê êrişî avahiya giştî ya wê televîzyonê kiribûn, girtine.

Rûdawê her wiha daye zanîn, agahiyên zêdetir li ser wan tohmetbaran eşkere dike.

Di êrişa şeva 24ê Hezîranê de, ku bi narincokê hatibû kirin, 5 kes birîndar bibûn ku 2 jê karmend yên din jî pasewan bûn.

Beriya niha DAIŞê îdia kiribû ku êrişa Rûdawê ji aliyê wan ve hatiye kirin.