Şandek ji ENKS ê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rusyayê re civiya

Şandek ji ENKS ê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rusyayê re civiya

6:28:15 PM

RojavaNews: Îro roja Sêşemê 28 . 6 . 2016 Şandek ji Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê bi  Cîgirê Wezîrê Derve yê Rusyayê Mîxayl Boxdanof re civiya.

Ew Şand ji Serokê ENKSê Ibrahîm Biro , Kamîran Haco û Siyamend Haco pêkdihat , di hevdîtinê de herdû aliyan behsa rewşa Kurdistana Sûriyê bi taybetî û ya Sûriyê bi awayekî giştî kirin, herwiha behsa kongirê Cinêvê û peywendiya ENKSê bi Rûsya re kirin.

Tê zanîn ku duh Şanda ENKSê giha Moskoyê paytexta Rûsyayê , da hevdîtinan biBerpirsê Rûsî re bikin.