Asayişa Herêma Kurdistanê kuştina du têrorîstên mezin ên DAIŞê ragehand

Asayişa Herêma Kurdistanê kuştina du têrorîstên mezin ên DAIŞê ragehand

23:39:55

 

Rojava News: Li gorî zaniyariyên Rûveberiya Giştî ya Dijî Terorê ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ve, firokeyên cengî yên Hevpeymaniya Navdewletî du terorîstên mezin ên DAIŞê kuştin.

Li gorî zaniyariyên Rûveberiya Giştî ya Dijî Terorê ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ve, firokeyên cengî yên Hevpeymaniya Navdewletî du terorîstên mezin ên DAIŞê kuştin.

Malpera Fermî ya Reveberiya Dijî Têrora Kurdistanê ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê belav kiriye ku, li dirêjeya armanckirina serkirdeyên mezin ên DAIŞê û piştî bidesxistina zaniyariyên istixbaratî ji aliyê Rêveberiya giştî ya Dijî Terorê ser bi Encûmena asayişa Herêma Kurdistanê û bi hemahingî lige firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî, Têrorîst Besam Sîna ku berpirsê leşkerî yê DAIŞê li Mûsilê bû hat kuştin.

Herwiha amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku di hema êrîşê de Têrorîst Hatim Elhemdonî ku berpirsê darayî yê DAIŞê li Mûsilê hatiye kuştin.