Hikûmeta Kurdistanê: Tenê 50 kurd di nav DAIŞê de mane

Hikûmeta Kurdistanê: Tenê 50 kurd di nav DAIŞê de mane

13:04:44

 

Rojava News: Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Herêma Kurdistanê ragihand, di heyama du salên borî de 500 xortên Başûrî tevlî DAIŞê bûne lê piraniya wan hatine kuştin.

Berpirsê peywendiyên Wezareta Ewqafê, Merîwan Neqşbendî ji BasNewsê re got, ji sala 2013ê heta havîna 2015ê, nêzîkî 500 xortên Başûrî tevlî DAIŞê bûne lê derdora 300 ji wan hatine kuştin.

Derheqê çawaniya kuştina wan çekdarên kurd ên DAIŞê de jî Merîwan Neqşbendî got, ew çekdarên DAIŞê yan di şerê Pêşmerge û êrişa balafirên şer de hatine kuştin yan jî ji aliyê DAIŞê ve bi tohmeta casûsî û xiyanetê hatine îdamkirin.

Wî rayedarê hikûmeta Kurdistanê her wiha eşkere kir ku derdora 150 çekdarên kurd ên DAIŞê jî poşman bûne û vegeriyane Kurdistanê û got, tenê derdora 50 xortên kurd di nav DAIŞê de mane lê hejmara wan roj bi roj kêmtir dibe.

Li gorî Merîwan Neqşbendî, niha ti kurdek di nav DAIŞê de xwedan erk û raye nîne çimkî rêxistina DAIŞê baweriya xwe bi wan nahîne!