23:46:37
Rojava News: Li ser sînorê Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê Leşkerên Tirkiyê dîsa gulebarandin û ciwanekî ji Kobanî kuştin.
Îro 29 – 06 - 2016 berbi demjimêr 6an de dema ciwanê ji Kobanî yê bi navê Mislim Osman Aladîn xwast di Deriyê Murşid Pinarê yê di navbara Kobanê û Bakurê Kurdistanê re derbasî Bakurê Kudistanê bibe, leşkerên Tirkyê ew gulebarankirin.
Di encamê de 3 guleyan îsabatî Mislim Osman Aladîn yê 23 salî kir û jiyana xwe ji dest da.
