00:14:17
Rojava News: Amerîka biryar daye, ku 200 milyon dolar wek alîkarî bide Hêzên Pêşmerge ku ew jî dê 2 milyar û 700 milyon dolarî bên veqetandin ku wê bo Bexdayê bên dayîn.
Îro Wezîrê Darayî yê Iraqê Huşyar Zêbarî û Balyozê Amerîka yê li Iraqê Stuart Jones peymanek bi hev re îmza kir, ku li gorî wê peymanê Amerîka dê 2 milar û 700 milyon dolar bo bilindkirina şiyanên leşkerî yên Artêşa Iraqê û hêzên din ên ewlehiyê bide wî welatî.
Li gorî agahiyên ketine destên me, her di çarçoveya vê lihevkirinê de, 200 milyon dolar ji alîkariyên leşkerî yên Amerîka dê bo Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê be û pêwîst e Bexda wî pereyî radestî Hewlêrê bike.
Herwiha Hikûmeta Iraqê soz daye ku beşek ji wî pereyî bide milîsên Şîî yên girêdayî Heşa Şeibî jî.
Derbarê vê yekê de Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji diyar kir ku haya wan ji vî 200 milyon dolarî tine ye û wiha dewam kir: "Ev mijar pêwendî bi serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve heye ku çend caran daxwaz ji welatên Ewropayê kiriye, ji deynên navdewletî yên ku didin Iraqê, %17ê pişka Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmerge bidin."
