12:14:58
Rojava News: ENKSê ragihand, ku bo qonaxa dahatî destûrek ji Rojavayê Kurdistanê re amade kiriye, ku ji 132 madeyan pêk tê.
Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) roja sêşemî 5ê Tîrmeh a 2016an de li bajarê Cenevê yê Swîsê workşopekê amade dike û tê de gelek kesatiyên amerîkî û ewropî beşdar dibin.
Workşop dê du rojan berdewam be û dê tê de behsa du xalan bê kirin, ku yek ji wan sîstema federalî ji bo Sûriyê û ya din jî danîna destûrek nû bo Sûriyê ye.
Yek ji mijarên ku dê di wê workşopê gotûbêj li ser bê kirin, amadekirina desûtrek bo Rojavayê Kurdistanê ye. Li gorî zanyariyan, ENKSê jî destûrek ji Rojavayê Kurdistanê re amade kiriye û dê di civîna plankirî de nirxandin li ser bê kirin.
Destûra ENKSê ya bo Rojavayê Kurdistanê ji 132 madeyan pêk hatiye.
Di amadekirina Destûrê de, gelek pisporên Ewropî û Amerîkî beşdar bûne û roja sêşemê heta înê dê bi hev re wê destûrê gotûbêj bikin.
Kesên ku bi ENKSê re destûr amade kirine, şarezayên Ewropî û Amerîkî yên taybet bi destûrê bûne.
