13:18:32
Rojava News: Teqîneke bihêz li Taxa Îmam Ehmed a navçeya Xurmatu qewimî. Li gorî zanyariyan teqîn xwekujî bûye û li nêzîkî Huseyniye ya Şîeyan çê bûye.
Milîsên Şîe yên Heşdî Şebî hewl dan, ku rê li kesê xwekuj bigirin, lê belê serkeftî nebûne û kesê xwekuj xwe li nêzîkî Huseyiniyeyê teqandiye. Li gorî zanyariyên destpêkê di encama teqînê de 3 kes hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûne.
Berpirsê Melbenda Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) li Xurmatû, Kerîm Şukur ragihand ku teqîn li nêzîkî baregeha Rêxistina Bedir a Şîeyan derketiye.
Kerîm Şukur her wiha got, rewş li taxên kurdî yên Xurmatûyê aram e û tû bûyereke nexwestî li wan taxan çê nebûne.
Navçeya Xurmatû ji aliyê îdarî ve girêdayî parêzgeha Selahedîn a Iraqê ye û bi qasî 100 kîlometran ji nevanda parêzgehê bajarê Tikrîtê dûr e.
Hejmara rûniştvanên Xurmatûyê bi gund û bajarokên derdorê ve nêzîkî 220 hezar kes e û kurd derdora %60, tirkmen %25 û ereb jî %15ê nifûsa navçeyê pêk tînin.
