12:46:22
Rojava news: Êrişên rêxistina terorîst ya li hemberî kurdan dewam dikin. Hate ragihandin ku terorîstan li herêma Babê 130 sivîlên din ên kurd revandine.
Li gorî hin çavkaniyên herêmî revandina sivîlan ku terorîstên DAIŞê ya ji 16ê Hezîranê vir ve li herêmên Şehbayê û bi taybetî li Babê, didome. Hate diyarkirin ku terorîstan îro ji gundên Kibe, Belîxe û El-Birc 130 sivîlên kurd revandine û kes nizanê kav an sivîlan bi ku ve birine.
Terorîstên DAIŞê ji 16ê Hezîranê û heta niha hezar û 300 sivîlên kurd ên herêmên Şehbayê revandine û nayên zanîn ka li ku dere ne.
