12:20:23
Rojava news: Malpera fermaî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ragehand ku, îro 3 Hezîranê li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetî û rihspî û nûnerên gundên nûazadkirî yên Kurdên Kakeyî yên li sînorê bereya Xazirê kir.
Di hevdîtinê de şanda mêhvan spasî Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku mezargeh û cihên pîroz û gundên wan ji bin destê terorîstên DAIŞê azad kirine û pêzanînên xwe ji bo qehremanî û qurbanîdana Pêşmerge hebû. Herwiha daxwaz kirin ku gund û navçeyên wan ji mîn û teqemenî û paşmayên terorîstan bê paqij kirin û xizmetguzariyên pêwîst jî bigihin navçeyên nûazadkirî.
Di beşekî din ê civînê de Serok Barzanî di gotarek de balkişand ser wê yekê ku, xuşk û birayên Kakeyî beşekî azîz û taybet yê gelê Kurdin û roleke wan ya ber bi çav li xebat û şoreşa gelê xwe da heye.
Herwiha ronahî xiste da ser dirindeyî ya terorîstên DAIŞ, û ew êş û kavilkariya di encama êrîşa terorîstan li ser xelkê navçeyê de hatiye û ragihand ku cihê şanaziya Gelê Kurdistanê ye ku efsaneya DAIŞê li ser destê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hate têkşikandin û amadebûyan ji wê yekê dilniya kir ku hemû navçeyên wan yên di bin destê DAIŞê de bêne azad kirin û dê bextewerî û xweşguzeranî û xizmetguzarî jî bighê navçeyên nûazadkirî û tekezî jî li wê yekê kir ku piştevaniya tevahiya daxwazên xuşk û birayên Kakeyî ji bo ewe ye bikarin bi azadî û serbilindî vegerin ser navçe û gundên xwe û giriftên wan bêne çareser kirin.
