Mesûd Berzanî li ser teqîna Hesekê daxuyanî da

Mesûd Berzanî li ser teqîna Hesekê daxuyanî da

04:02:32

 

Rojava News: Serokatiya Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî  teqînên li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Îşev teqîneke bihêz li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê qewimî û li gorî zanyariyan, di encama vê teqînê de 16 kes şehîd bûne û çend kes jî birîndar bûne.

Serokatiya Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî  jî bi daxuyaniyekê bertek li hember vê teqînê nîşan da û ev teqîn bi tundî şermezar kir.

Di daxuytaniyê de tê gotin: “Êvariya îro sêşemî 5ê Hezîran a 2016an di encama kiryareke xwekujî û tirsnokî ya terorîstan de li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê 16 hevwelatî şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin: “Zêdebarî wê çendê ku em gelek bi tundî vê kiryara nemirovane ya terorîstan şermezar dikin, em serxweşiyê li kesûkarên şehîdên vê bûyerê jî dikin û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha amadeyiya Herêma Kurdistanê û hemû dezgeh û saziyên pêwendîdar ên Kurdistanê bo pêşkêşkirina alîkariyan bi birîndar û lêqewimiyên vê kiryara terorîstî nîşan da.

Daxuyanî wiha dibêje: “Em ji xwîşk û biryaên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê û bajarê Hesekê re radigihînin ku saziyên tendirustî û dezgehên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanên xwe ve amade ne pêşwazî li birîndar û lêqewimiyên vê kiryara terorîstî bikin.”