PAKê serdana ENKSê kir

PAKê serdana ENKSê kir

Rojava News: Şandek a PAKê îro li Hewlêrê seredana Encumena Niştimaniya Kurd Li Suriye (ENKS) kir.

 

Navenda Çapemeniya PAKê ragihand ku îro li Hewlêrê şandek a PAKê ku ji endamên reveberiya partiyê Evdirehmanê Gundikî û Orhan Kaya pêkhatibû, seredana ENKSê kir.

 

Hat diyarkirin ku herdu alî jî gîhaştin wê qenaetê ku, divê peywendiyên herdu aliyan  di asteke bilind de pêşde biçe û germtir bibe.

 

Hat destnîşankirin ku şanda PAKê behsa, xebatên xwe  li Bakurê Kurdistanê yên ji bo alîkariya Kobanî kir û herwiha ENKSê  jî spasî û kêfxweşiya xwe anî ziman.