Barzanî bo Hollande: Ez hêvî dikim ku di dawiyê de terorê bê şikandine û mirovahî dê serbikeve

Barzanî bo Hollande: Ez hêvî dikim ku di dawiyê de terorê bê şikandine û mirovahî dê serbikeve

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Serokomarê Fransa François Hollande peyama sersaxiyê şand.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo êrişa ku li avahiya kovara Charlie Hebdo li paytexta Fransa Parîsê ku di encamê de 12 kes hatibûn kuştin û 9 kes jî birîndar bibûn, bo Serokomarê Fransa François Hollande peyama sersaxiyê şand.

 

Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Ez ji bo êrişa îro ya ku hin rojnamevan û hin welatiyên bêguneh jiyana xwe ji dest dayîn xemgînim. Ez li ser navê xwe û gelê Kurdistanê ji gelê Fransa û malbatên qurbaniyan sersaiyê dixwazim û wê êrişa li dijî mirovahiyê bi tundî şermezar dikim.”

 

Herwiha Serok Barzanî got ew ligel xelkê Fransayê ne.

 

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyamê de jî ji bo birîndaran şîfa xwest û wiha got: “Ez hêvî dikim ku di dawiyê de terorê bê şikandine û mirovahî dê serbikeve.”