Li eniya şer 4 pêşmergeyê Rojava şehîd bûn

Li eniya şer 4 pêşmergeyê Rojava şehîd bûn

Rojava News: Di êrîşeke xwekujî de ku çekdarên DAIŞê li gundekî navbera Zummar û Telaferê pêk anîn hejmarek pêşmerge şehîd ketin û birîndar bûn.

Berpirsê ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistana li Sûriye (PDK-S) yê Hewlêrê Seyîd Umer di derbarê de   got “di êrîşeke xwekujî de ku çekdarên DAIŞê li gundekî navbera Zummar û Telaferê pêk anîn de 4 pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê şehîd bûne û 27ên din jî birîndar bûne ku rewşa birîndaran jî  metirsîdar e.”

Besam Mihemed Xelîl ku ji gundê Gir Ziyaret ê Dêrikê ye, Basil Hacî ku ji gundê Til Xenzîr ê Dêrikê ye,  Emdiyan Mistefa Badînî ku xelkê Hesekê ye û herwiha Xemgîn Qedrî Xelîl ku ji gundê Dêrna Qulenga ye di wê êrîşê de şehîd bûn.

Seyîd Umer got ku wê sibe cenazeyên wan şehîdan bo Rojavayê Kurdistanê bên veguhestin.