Balyozê îsraîlî: "Beriya herkesî em ê serxwebûna Kurdistanê binasin"

Balyozê îsraîlî: "Beriya herkesî em ê serxwebûna Kurdistanê binasin"

Rojava News: Cîgirê Balyozê Îsraîlê yê li Amerîkayê Reuvên Azer ragihand ku ji bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê niha derfeteke gelekî baş heye.

Cîgirê Balyozê Îsraîlê yê li Amerîkayê Reuvên Azer ragihand ku ji bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê niha derfeteke gelekî baş heye û yekem welatê ku serxwebûna Kurdistanê binase wê Îsraîl be. Her wiha dewleta Îsraîlê dixwaze aramî li Sûriye û Rojhilata Navîn saz bibe.

Reuvên Azer di hevpeyvîna xwe ya kanala K24ê de got: "Kurd jî wekî Îsraîlê ji dîrokê heta niha tim hevalbendiya aramî û aştiyê kirine û ji bo azadiya xwe gelek qurbanî dane. Niha êrişeke hevbeş li Îsraîl û Kurdistanê heye. Ji bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê niha derfeteke zêrîn li pêşiya kurdan e û dewleta Îsraîlê rêzê ji gelê kurd û li biryara serxwebûnê digire." 

Azer di dirêjiya axaftina xwe de got: "Hevpeymanî û dilsoziyeke xweristî di navbera gelê Îsraîl û Kurdistanê de heye. Biryara serxwebûnê tenê biryara gelê kurd e û ez bi vê dilgeşim ku dê yekemîn dewleta Îsraîlê serxwebûna Kurdistanê binase û îtîrafê pê bike."