Barzanî û Karter peyvendî bi telefonê danîn!

Barzanî û Karter peyvendî bi telefonê danîn!

Rojava News: Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di peywendiyek a telefonî de li gel Ashton Carter Wezîrê Berevaniya Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê guhertinên meydaniyên dawî ya şerê terorîstên Da'îş û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymanan û hêzên Iraqê li şerê terorîstan û her wiha hevkarîkirina Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê nirxandin.

Her di vê peywendiya telefoniyê de Wezîrê Berevaniya Amerîka li berdewamî û pabendbûna welatê xwe ya ji bo hevkarîkirina hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê piştrast kir û xweşhaliya xwe jî li hemahengî û hevkariya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de nîşanda.

Li beşekî dinê vê peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî spasî artêşa Amerîka û hêzên hevpeymanan ya li piştevanîkirina Pêşmerge li şerê terorîstan kir û her wiha ji bo biryara Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka ya hevkarîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de, pêzanînên xwe jî hebû.