2:42:21 PM
RojavaNews: Rêzdar Sitêvan Demostora,nûnerê nevdewletî ji bo qeyrana Sûrya.
Li ser zimanê we hat ragihandin ku rêjeya Kurdan li Sûrya5% ne,û evê dilsarî li ba beşên rewşenbîr û siyasiyên Kurd çêkir.
Helwest û ragihandina we cihê gomanê ye ,û nayê pejirandin ku ji layê berpirsekî di astek bilind de bi vî rengî be!.
Kesayetek wek we destnîşankirî ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriya dide xwyakirin ku ti pêzanîna wî bi bilge û dokîmentên girêdayî hebûna gelê Kurd li Sûrya tune ye,û dide xwyakirin ku ew guhdanê bi nerîn û helwesta layên ne dirist û şovînî,yên li dijî gelê Kurdin,û rola wî ya dîrokî di dîroka avakirina Sûrrya de dike.
Birêz Dêmostora
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya,ji we dxwazdike ku hun çavkehniya ku we helwesta xwe li ser avakiriye bide xwyakirin,û em jî ji layê xwe ve lêpirsîna bîlgeyî ya endamê Y.N.K.S,mamoste Elî Cizîrî li ber we dideyinin,ya ku li ser nirixandina Gelên Yekbûyî(Civata Miletan)di sala 1925 an ,û her weha lêpirsîn,û nirixandina Firensiyan ya dema Sûrya ji layê wan ve dagirkirî bû.
Li vir em beşê beşê pêşî ji lêpirsîn,û lêkolîna mamoste Elî Cizîrî li ber destê we dideynin:
(Ez ê belgeyên rasteqîne bidim xwyakirin,û berî wê ez dibêjim ku wê kesek nikaribe hijmara herî rast ya Kurdan diyar bike,ji ber hemi pêkhatên Sûrî di nasnamê de di bin navê Erebên Sûrî de hatine nivîsîn.)
1-Li gorî serhijmara Gelên Yekbûyî di:
Sala 1923an de,hijmara Kurdan li Sûriya 300000n hebûn,û ji ber zêdebûna sirûştî di salê de ji 1000 î 30 e,ev dide xwyakirin ku di 20 salan de du qat dibe .Nemaze li welatekî mîna Sûriya,û li gorî vê nerînê em encamê ji we re pêşkêşdikin:
Sal Hejmara neşteciyan
1920 300000n
1945600000n
19651200000n
1985 2400000n
20054800000n
Li gor vê rapirsînê rêjeya Kurdan dibe 20,8 %.
2-Li gor rapirsîn û nirixandina Firensiyan di sala 1923an de,û ji bilî Kurdên Şam,Heleb,Reqa,Idlib ,û Laziqiyê rêjeya Kurdan li Sûriya 200000n bûn.
Sal Hejmara neşteciyan
1923200000n
1943400000n
1963800000n
19831600000n
20033200000n
20114800000n
Ji ber hijmara Sûriyan di destpêka şoreşê de 24 milyon bû ,rêjeya Kurdan ji sedî dibe 20%.( 4800000-24000000).
Fermo encama rastiyê û di dawî de rêz û silav.
- N.K.S. Qamişlo Sûriya.
12-7-2016
ئەم ئیمەیڵە پارێزراوە لە سپام, پێویستە جاڤا سکریپت چالاک بکەیت بۆ بینینی.
