5:09:00 PM
RojavaNews: Duh êvarê Leşkerên Tirkiyê 4 welatiyên dema ku dixwestin derbasî Kurdistana Tirkiyê êşkencekirin.
Her 4 welatiyî ji gundê Zedî yê 60 km dûrî bajarê Serêkaniyê ye, dema ku dixwestin ji aliyê Rojava sînorê Kurdistana Tirkiyê derbas bikin, ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hatin girtin û lêdan xwarin.
Leşkeran bi awayekî tund li wan xistin û ew avêtin aliyê Rojavayê Kurdistanê, Welatiyên gund ev kesên bi navên Îd EL-Birwêdir , Mûsa EL-Ebdo, Ferhan EL-Sikan, Ebdullah Reca rakirin Nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê.
Tê zanîn bi dehan welatiyê Rojavayê Kurdistanê li Ser sînorê Tirkiyê rast êşkence û mirinê hatin .
